"HDP Tirkiyebûnê berdide û ber bi Kurdîbûnê ve diçe"

Parlamenterekî HDPê li hember rexneyên li dijî tifaqê dibêje, HDP partiyeke Kurdan e û wê tifaqa wan her bidome.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijara herî germ hilbijartinên herêmî ne. Di vê çaçroveyê de HDP li 41 navendan namzedên xwe yên şaredariyan eşkere kir. Di nav namzedan de herî zêde parlamenterên heyî yên wek Ayhan Bîlgen, Bedia Ozgokçe û şaredarên berê yên jikardûrxistî Ehmed Turk û Sirri Sakik balê kişandin. Tifaqa li gel partiyên Kurdî jî her di rojevê de ye û tê nîqaşkirin. Parlamenterekî HDPê li hember rexneyên li dijî tifaqê dibêje, HDP partiyeke Kurdan e û wê tifaqa wan her bidome. Li aliyê din berpirsekî kompanyayê rapirsiyê dibêje,bi vê tifaqê jî hat dîtin ku HDP dev ji Tirkiyeyîbûnê berdide û ber bi Kurdîbûnê ve diçe.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an liv û tevgerdariya partiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de jî Partiya Demokratîk a Gelan HDPê namzedên xwe yên 13 bajar û 28 navçeyan eşkere kir û wê deverên mayî jî piştî civînên Navendî bi raya giştî re parve bike. HDP'ya ku wê li bajarên bakurê Kurdistanê li gel partiyên Kurdistanî bikeve hilbijartinan, hêj nexşerêya xwe ya li bajarên Tirkiyeyê diyar nekiriye. Li gorî anket û rapirsiyên ku hatine kirin, wê li gorî stratejiya HDPê encam û rêjeya dengan yên bajarên wek Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê ku Kurd lê zêde dijîn biguherin.

Midûrê Giştî yê Kompanyaya Rapirsiyê ANARê Ibrahim Uslu derbarê tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanî de dide zanîn, herçiqas bandora vê tifaqê zêde rêjeya dengan neguherîne jî wê bandorên wê yên siyasî hebin.

Midurê Giştî yê Kompanyaya ANARê Îbrahim Uslu ji K24ê re got: "Bi eşkerekirina van namzedan û nexşerêya HDPê dide nîşan ku HDP stratejiya qezenckirina şaredariyên qeyûm û yên nû daye pêşiya xwe. Lê belê awê dixuye derdekî HDPê ku van deveran birêve bibe tune ye. HDP siyasetmedarên ku ji wezîfeyê hatiye girtin û dewsa wan qeyûm hatiye tayînkirin jinûve dike namzed. Yanê wê encam dîsa heman be. Li aliyê din tifaqa li gel Partiyên Kurd jî dide nîşan ku êdî vîzyona HDPê ya Tirkiyeyîbûnê jî guherî ye û zêdetir ber bi Kurdîbûnê ve çûye."

HDP di 7ê Çileyê de li Diyarbekirê bi 7 partî û teveren Kurdî re Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî ragihandibû. Lê belê ji aliyê hin derdorên polîtîk ve rexne li vê tifaqê hatibû girtin ku HDP ne partiyeke Kurdistanî ye. Lê belê Parlamenterê Rihayê yê HDPê Omer Ocalan van rexneyên li ser HDP û Tifaqa Kurdistanî qebûl nake.

Omer Ocalan dibêje: "Bi rastî rihiyet û manewiyeta vê tifaqê ji bo me gelekî bilind e. Belkî hinekî bi çavekî piçûk dibînin û li serê bi spekulasyê dikin, hinek jî dibêjin HDP ne partiya Kurdan e, lê belê HDP li Bakurê Kurdistanê partiya Kurdan e û partiya herî mezin ya Kurdan e. Em dixwazin ev tifaq bi deh salan berdewam bike. Divê ewilî Kurd di nav xwe de biratî û tifaqê saz bikin."

HDP di hilbijartinên herêmî dawî yên 2014an de bi tevahî 102 şaredarî bi dest xistibû û piştî şer û pevçûnên xendeqan ya sala 2016an vir ve 96 şaredarên HDPê bi hinceta têkildarê PKKê ne ji ser postên xwe hatin dûrxistin û li dewsa wan burokratên ku qeyûm tên gotin hatin tayînkirin.