Sûriyê Astana: Avakirina mîkanîzmekê bo çavdêriya agirbestê

Astana: Avakirina mîkanîzmekê bo çavdêriya agirbestê
Serokê şanda rêjîmê Beşar Ceferî

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Astanayê bidawî hat û ji encamên wê jî pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê ye.

Wezareta Derve ya Rûsyê ragihand, ku civîna îro ya li Astanayê bidawî hat, û ew dikarin bibêjin ku ew  danûtsandin serkeftî bûn .

Li gor wezaretê, ji giringitrîn encamên wê civînê ew e, pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê ye.

Ji aliyê xwe ve, serokê şanda rêjîma Sûriyê Beşar Ceferî got, ku rêkeftinek di navbera tevahiya aliyan de heye, ku divê tevahiya aliyên li ser rêkeftina agirbestê îmze kirine şerê terorê bikin.

Caferî got jî, ku derneketina daxuyaniya dawiyê ji civînên Astanayê, sedema wê Tirkiye û opozîsyonê bûn, ji ber ku herdu şand dereng  gihan astanayê.