Velî Agbaba: Li ser Kurdan bêdengkirin tê ferzkirin

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Velî Agbaba di daxuyaniya xwe ya li Diyarbekirê de ragihand ku; Ak Partî bi rewşa Awarte encama erênî ji referandûmê bi dest xist û bi domandina rewşa awarte dixwaze muxalîfên xwe terbiye bike û yên ku bi wan nikare jî dike girtîgehan.

K24 – Diyarbekir

Parlementerê CHP’ê Velî Agbaba got: ‘Li Bakur destûra bangeşiya dengên nexêr nehat dayîn û ji bo hemû şaredariyên herêmê qeyûm hatin erkdarkirin û bi hevkariyeke mezin û bi derfetên dewletê pêvajoya referandûmê hat rêvebirin.’

Agbaba di dewama axaftina xwe de da zanîn ku; bingeha Partiya Bizava Nijadî (MHP) jî hemû dengên nexêr bi kar anî û Serokê MHP’ê bi serê xwe maye û ew jî wekî hevserokê Ak Partiyê tevdigere.

Velî Agbaba bal kişand ser rojnamevanên girtî û got ku 163 rojnamevan ji ber derbirîna ramanên xwe di girtîgehan de ne. Di daxuyaniyê de li ser pergala tayînkirina karmendan jî hat rawestandin û hat gotin ku; ciwanên zanîngehan bi dawî dikirin, bi rêya Azmûna KPSS’ê dihatin hilbijartin, lê ew pergal jî hatiye rakirin û di cihê wê de mulaqat tên kirin da ku, hemû alîgirên Ak Partiyê di sazî û dezgehên fermî de cih bigirin

Şanda CHP’ê digel Agbaba dê 2 rojan li herêmê be û dê li ser zarokên ku ji ber îhmalkariyan canê xwe ji dest dane; raporekê amade bike.