HSD: Emê hemû axa Sûryê ji destê Tirkiyê derxînin
K24 - Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî Hêzên Sûrya Demokrat ragihand, ku ew amade ne tevahya axa Sûryê ya di destê Artêşa Tirkiyê de kontrol bikin.
Endamê Komîteya Pêwendiyan ya Hêzên Sûrya Demokrat Ferhan Hecî Îsa, di hevpeyvînekê de li gel malpera PYD ragihandiye, ku şerê wan yê li dijî DAIŞê bidawî nehatiye û piştî jinavbirina wê rêxistinê, pêwîst e kar ji bo nehiştina hizra wê rêxistinê jî bê kirin.
Bi gotina Hecî Îsa: Hevpeymanya Navdewletî piştevaniya xwe ji bo HSD berdewam dike û piştî jinavbirina DAIŞê jî, wê herdu alî bi hevre kar bikin.
Navhatî diyar kir, ku ewana wek hêzeke Sûrî, amade ne tevahiya axa Sûryê, ya ku di destê Artêşa Tirkiyê de ye, dubare kontrol bikin di nav de jî Cerablus, Ezaz, Bab û Efrîn.
N.O