HDPê dê di kongreyê de nexşerêyeke nû raberî Tirkiyê bike

Du kongreyên giring li dû hev pêk tên. Kongreya HDPê di 20ê Gûlanê de ya AK Partiyê jî di 21ê Gûlanê de pêk tê. Gelo HDP wê di vê kongreya xwe de nexşerêyeke çawa ragihîne? Rêvberê HDPê ev proses nirxand.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Du kongreyên giring li dû hev pêk tên. Kongreya HDPê di 20ê Gûlanê de ya AK Partiyê jî di 21ê Gûlanê de pêk tê. Gelo HDP wê di vê kongreya xwe de nexşerêyeke çawqa ragihîne? Rêvberê HDPê ev proses nirxand.

Hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê civakî ve HDP di serdemeke krîtîk re derbas dibe. HDP ji ber şert û mercên zarûrî ku endamtiya Fîgen Yuksekdag ji partiyê hate xistin wê kongreyeke awarte li dar bixe. Endamê Reveberiya Navendê ya HDPê Omer Onen diyar dike ku dewletê gelek zext li wan kiriye û ev zext jî berdewam dikin. Lê dîsa jî ew ê ji bo aştiyeke mayînde û avakirina destûreke nû têkoşîna xwe berdewam bikin û di kongreyekê de jî ew ê nexşerêyeke nû raberî Tirkiyê bikin.

Endamê Reveberiya Navendê ya HDPê Omer Onen ji K24ê re wiha axivî: "Ji bo neteweyek demokratîk karû xebateke herî xurt da meşandin. Ev yek di 7ê Hezîranê de jî bi ser ket. Lê ew îrade nehate qebûlkirin. Yekê Mijarê ne hilbijartineke demokratîk bû. Ji bo vekirina pêşiya siyaseteke demokratîk kêmasiyên me jî hene, temasa gel xurt nehate meşandin. Em ê di vê kongreya xwe ya 20ê Gulanê de destpêkeke nû ji bo destûreke demokratîk bi gel re bi civakê re bingeha wê ava bikin. Ji bo Tirkiyê jî aştiyeke mayînde û destûreke demokratîk em ê gaveke nû biavêjin."

Rêveberê HDPê Omer Onen li ser wan îdiayên ku “dê Hevserokatiya Selahattîn Demirtaş jî bê guherandin” jî ragihand ku wê tenê Yuksekdag bigûhere, wê Demirtaş kare xwe berdewam bike. 

Herwiha Omer Onen got jî: "Hevserokê me Selahattîn Demîrtaş wê bidomîne. Fîgen Yuksekdag jî wê weke hevserok dîsa bidome. Kongre me ya awarte wê di 2018an de li dar bikeve. Di hêla fermiyetê de ji ber ku endamtiya wê hate xistin di şûna Yuksedag de em ê ji hêla jinan ve wê hevserokek bê diyarkirin. Hevserokê me Selahattîn Demirtaş wê bidomîne. Fîgen Yuksedag jî dîsa hevseroka me ye lê di hêla fermiyetê de wê guhertin çêbibe."

Li gorî nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî, di nexşerêya Erdogan ku wê di 21ê Gûlanê de ragihîne ne PKK lê dibe ku HDP di wê prosesa çareseriya Kurdî de cih bigire. Demirtaş jî berî niha behsa tifaqan kiribû. Niha jî ev pirs tê nîqaşkirin. Gelo piştî herdu kongreyan egera wê yekê heye ku di çareseriya kêşeya Kurd de proseseke nû dest pê bike? Di vê çarçoveyê de wek azadkirina Demirtaş…