Zerîf: Bi hev re yan di aştiyê de dijîn yan di şer de

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Silêmaniyê ragihand, “Iraqeke yekgirtû û Kurdistaneke avedan ne tenê daxwazeke Îranê ye, belkû girêdayî ye bi ewlehiya niştimanî ya wî welatî jî. Em hemû bi hev re yan bi aştî dijîn, yan jî bi hev re rastî şer tên.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê li Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de got: “Em amade ne bi xwişk û biryarên xwe yên li Kurdistanê re hevkariyê bikin, bo pêşkeftin û geşedana Kurdistanê di nava Iraqeke yekgirtî de, ji bo Kurdistaneke pêşkeftî û aram.”

Zerîf got jî: “Hewldan ji bo Iraqeke yekgirtû û Kurdistaneke avedan ne tenê daxwazeke Îranê ye, belkû girêdayî ye bi ewlehiya niştimanî ya wî welatî jî. Anku tê wateya yan bi hev re di aştiyê de dijîn, yan jî rastî şer û koçberiyê tên. Bi hev re bi pêş dikevin, yan bi hev re rastî pirsgirêkên aboriyê tên.”

Wezîrê Derve yê Îranê duhî bi serdanekê gihîşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê û ligel Serok Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiyabû û piştre serdana Silêmaniyê kir.

S. B