Pakistan: Êrîş dijî xwepêşandana hilbijartinan 75 kuştî

Di 2 êrîşên hemberî xwepêşandanên hilbijartinê de li Pakistanê, ligor encamên destpêkî 75 kesan jiyana xwe jidest da û herî kêm 150 brîndar hene

K24 – navenda Nûçeyan

Di 2 êrîşên hemberî xwepêşandanên hilbijartinê de li Pakistanê, ligor encamên destpêkî 75 kesan jiyana xwe jidest da û herî kêm 150 brîndar hene.

Êrîş li herêmên Belucistan û Khyber Pakhtunkwa pêkhatin. Heta niha tu rêxistinê êrîş ne girtiye ser xwe.

Ligor medya Pakistanî, hêzên ewleyiyê dest bi lêkolînan kirin e, lê hate niha jî nayê zanîn, gelo êrîş xwekujî bû ye yan êrîşek bi bombeyan êrîşê ancam da ye.

Hilbijartina Pakistanê di 25ê Tîrmehê de lidar dikeve.

 

 

C.B