Esed xwe ji bo êrîşeke nû amade dike

Artêşa Sûryê dixwaze xelkê gundewarên Hims û Hemayê ji malên xwe derkevin

K24 - Navenda Nûçeyan

Kopterên artêşa Sûryê li gundewarên bakurê Himsê û yên Başûrê Hemayê, belavok bi ser malên welatiyan de avêtin û têde ji wan xwestin ku ji cihên şer û pevçûnan dûrkevin.

Di wan belavokan de hatiye nivîsandin, ku pêwîst e hemû welatî ji cihên şer dûrkevin û berê xwe bidin rêbendên artêşa Sûryê, hemû kesên ew belavok bi wan re hebin, wê bi asanî ji rêbendên Hikûmetê derbas bibin û artêş wê alîkariyên tendirustî û xwarinê ji wan re pêşkêş bike.

Herwiha ew belavok didin xuyakirin ku artêşa Rêjîma Sûryê xwe ji bo encamdana êrîşeke berfireh li dijî hêzên opozisyonê li wan deveran amade kiriye, ku piraniya wan navçeyên belavok li wan hatine avêtin, di bin kontrola (Hey`et Tehrîr El-Şam) de ye.

Di rojên derbasbûyî de jî, artêşa rêjîmê li devera Selemiyê ya ser bi gundewarên başûrê Hemayê ve, dest bi operasyonekê kir, piştre di encama agirbesteke 4 rojî de, operasyon hat rawestandin, daku rê li ber lihevkirineke siyasî bê vekirin, lê li gorî malpera RT ya Rûsî, çekdarên opozisyonê agirbest binpê kirin û di encamê de, dubare operasyonê destpê kir.  

N.O