Tirkiye ji reftarên Amerîka dilgiran e

Bînalî Yildirim, rexneyên tund li Amerîka kir û ew bi çekdarkirina grûpên “terrorist” yên neyarên Tirkiyê tometbar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, rexneyên tund li Amerîka kir û ew bi çekdarkirina grûpên “terrorist” yên neyarên Tirkiyê tometbar kir.

Yildirim got: “Pêwîst e li ser Amerîka ku hevpeymana me ye, dev ji çekdarkirina "rêxistinên terrorist" ku dijatiya Tirkiyê dikin, berde.”

Navhatî tekez kir, ku welatê wî ti carî helwestên Amerîka qebûl nake, û got: “Pêwîst e Waşngton dev ji parastina YPG berde, ew dijminên me ne, nabe Amerîka kar li gel wan bike, ew tiştê Amerîka dike li gel hevpeymaniya di navbera me de nagunce.”