NASA xwe digehîne ser riwê Rojê

Biryare teleskopa Parker, bi leza 692 hezar Kîlometir di demjimêrekê de, ber bi Rojê birêkeve û bi vê lezatiyê mirov kare di deqeyekê de ji bajarê New Yorkê bigihêje Tokyo paytexta Japonê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa zanistên ezmanî ya Amerîkî (NASA) ragihand, ku îro 11 Tebaxê, wê teleskopa (Parker) ber bi rokê ve bê berdan.

Ajansê diyar kir, ku piroseya berdana teleskopê, wê ji navaneda Kennedy ya li wîlayeta Florida bê encamdan.

Biryare teleskopa Parker, bi leza 692 hezar Kîlometir di demjimêrekê de, ber bi Rojê birêkeve û bi vê lezatiyê mirov kare di deqeyekê de ji bajarê New Yorkê bigihêje Tokyo paytexta Japonê.

Zanayên NASA didin xuyakirin ku karê telekopê wê bi kêmanî 7 salan berdewam bike û bi gotina wan: Wê teleskop tenê 6.4 milyon Kîlometran dûrî Rojê be, ku pileya germê li wê nêzîkatiyê 1400 pile ye û biryar e jî, teleskopa Parker di nava 6 sal û 11 mehan de, 24 caran li dora Rojê bigere.

Herwiha gerdûnzanan diyar kirin, ku ev yekemîn pirojeye di dîroka mirovatiyê de, bi vî astê bilind ji teknelojiyayê, ku ti carî tiştek ji çêkirina mirovan nekariye bi vî astî nêzîkî Rojê bibe.

Di vî pirojeyê de, wê teleskopa Parker lêkolînê derbarê bilindbûna pileyên germayê li ser riwê Rojê û bahozên ji teqînên mezin yên Rojê çêdibin, bikin.

Herwiha wê bizavan bike ku sedemên dînamîkî yên ku liv û veguhestina netronan lezgîn dikin, eşkere bike.  

N.O