Mesrûr Barzanî: Amerîka û civaka navdewletî dikarin roleke avaker bigirin ber

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, helwesta Amerîka û civaka navdewlet a piştevanîkirina li hikûmeta Iraqê, hêşt ku Iraq û welatên cîran van karvedanan bigirin ber.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, helwesta Amerîka û civaka navdewlet a piştevanîkirina li hikûmeta Iraqê, hêşt ku Iraq û welatên cîran van karvedanan bigirin ber.

Hikûmeta Iraqê em wek hevbeşeke rastî qebûl nekirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel kenala “BBC” a Brîtanî de ragihand, “Ji zû ve pirsgirêkên me ligel Bexdayê hene. Me hemû rê girtin ber, ta bi riyên aştiyane çareser bikin, lê hikûmeta Iraqê li gor destûrê danûstandin nekir û em wek hevbeşeke rastî qebûl nekirin. Piştî wan hemû hewlan, êdî ti bijardeyek li pêş me nema bigirine ber, ji bilî referandûmê ku wek proseyeke demokrasî û amrazeke aştî ta gelê me pêşeroja pêwendiyên ligel Bexdayê diyar bike.”

Referandûm demokrasîtirîn û aştîtirîn amraz e

Mesrûr Barzanî got: “Me referandûm li Kurdistana Iraqê bi rê ve bir. Ev demokrasîtirîn û aştîtirîn amraz e ji bo derbirîna daxwazên me ye. Em di sedsala 21emîn de dijîn û cihê nîgeraniyê ye ku li hember derbirîna raya xwe, dijmanetiya me bê kirin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got jî: “Ne ji mafê cîranan e destêwerdanê bikin. ne ji mafê civaka navdewletî ye jî rê bide cîran destêwerdanê di karûbarên navxweyî de bikin. Ev mafekî di belgenameyên Netewên Yekgirtî de hatiye û ti şaşîtiyek tê de nîn e ku xelk biryarê li awayê jiyanê xwe bide. Di referandûmê de ji sedî 93 dengê belê bû. Me serxwebûna xwe ranegihandiye, berî referandûmê û piştî referandûmê jî me gotiye ku dixwazin rêpêdaneke yasayî hebe ji bo guftûgo ligel Bexdayê bikin û bi riyên aştiyane pirsgirêkan çareser bikin.”

Daxwaza dijminatiyê nakin

Mesrûr Barzanî got: “Em ji karvedanên Tirkiye û cîranan sersam bûne. Di rastiyê ji karvedana Iraqê jî tênagihin. Me referandûm nekir, ta pirsgirêkan aloztir bikin. Di baweriya me de referandûm take bijarde ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê ye. Em daxwaza dijminatiyê nakin, ne bi Tirkiyê re, ne bi Îranê re û ne bi Iraqê re.”

Mesrûr got jî: Sersamiyê ji wê tê, ku ew rêzê li daxwaza 3 milyon kes nagirin, ku xwastine raya xwe derbarê awayê jiyana xwe di vî welatî de bidin. Me gotiye ku em daxwazên xwe li ser ti hikûmetekê yan welatekî de bisepînin. Me deriyê guftûgoyê vekirî hêştiye, bo bigihin çareseriyeke aştiyane. Heger wan hez nekirin ligel me bi aştiyane bigihin çareseriyeke aştî, di baweriya me de ew li her derencamekê berpirsyar dibin.”

Amerîka û civaka navdewletî dikarin roleke avaker bigirin ber

Derbarê hewlesta Amerîka de, Mesûr Barzanî got: “Heta niha baweriya me heye, ku hevpeymaneke gelekê nêzîk a Amerîka ne û gelek pêzanîna me bi rol û piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî heye ku di şerê li dijî DAIŞê alîkariya me kiriye. Ne di baweriya me de ye, ku referandûm bibe bihaneyek bo Amerîka û civaka navdewletî li dijî me biwestin. Hîn baweriya me heye, ku ew dikarin roleke avaker bigirin ber, bo piştevanîkirina Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkirina danûstandinên avaker.”