PDK hilbijartinên li Kerkûkê baykot dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Serkirdatiya Kerkûk/Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da proseya hilbijartinên li Kerkûkê baykot bike.
Di daxuyaniyekê de, Encûmena Serkirdatiya Kerkûk/Germiyan a PDKê ragihand, niha rewşa tevahiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di bin dagîrkiriyeke leşkerî de ne û me aram e.
Herwiha tê de hat: “Me wek Partiya Demokrat a Kurdistanê biryar da baykota proseya hilbijartinê li van navçeyan bikin û bi taybet li Kerkûkê, ku rewatiyê nadin dagîrkirinê.”
Encûmena Serkirdatiya Kerkûk/Germiyan a PDKê daxwaz ji xelkê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî kir, ku baykota hilbijartinan bikin û nivîsî: “Daxwaz ji cemawerê Kurdperwer dikin, hilbijartinan baykot bikin, ku ev helwestek li hember vê dagîkeriyê ye.”