Hikûmeta Herêmê: Daxuyaniyên Ebadî dibin sedema ne aramiyê û tenê propaganda ne

Derbarê daxuyaniyên duh yên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, ku di kongreya rojnamevanî ya heftane de behsa Herêma Kurdistanê kiribû, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ronîkirinekê derbarê wê de li malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê de belav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê daxuyaniyên duh yên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, ku di kongreya rojnamevanî ya heftane de behsa Herêma Kurdistanê kiribû, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ronîkirinekê derbarê wê de li malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê de belav kir:

Birêz Ebadî bêhtirî carekê gotiye ku dê mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê birê bike û niha ew pêdeçûnê de lîsteyên mûçexurên herêmê de dikin. Lê wek me berê gotiye hikûmeta federal ta niha ti lîste ji Herêma Kurdistanê daxwaz nekirine, loma em nizanin ew lîsteyên ku hikûmeta Ebadî pêdaçûnê pê de dike çi ne? Gelê Kurdistanê êdî dizane, ku ev daxuyanî tenê daxuyaniyên medyayî ne û ti bawerî bi van daxuyaniyan nemaye.

Derbarê pirsa deriyên sînorî û berdewamiya girtina firokxaneyên Herêma Kurdistanê de, Sefîn Dizeyî tekez kir, li gor mada (114) a destûra Iraqê, birêvebirina deriyên sînorî ne tenê ji desthilatên hikûmeta federalî de ne, belkû bi hevbeşiya ligel Herêma Kurdistanê ne. Bo vê mebestê jî me her dem ragihandiye, em amade ne ji bo hevahengî û hevrêziyê.

Her çi daxastina firokxaneyan jî, sizadana welatiyên Herêma Kurdistanê ye, sizadana wan nexweş û Pêşmergeyên ku di dema berevaniya di ber Herêma Kurdistanê û Iraqê de di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûne ye, ku pêwîstiya wan bi çareseriya li derveyî welat hene. Rêwîtiya di riya firokxaneyên Bexdayê, yan bajarê din ên Iraqê re, ne ewqas asan e wek Ebadî behsa wê dike, hem têçûna rêwîtiyê li ser welatiyan zêde dike, hem jî demeke zêde dibe. Li vir pirs dikin, çima welatiyekî ji Bexdayê ya Necef yan ji Besrayê ji mafê wî ye ji bajarê xwe bifire derveyî welêt, lê ji welatiyên herêmê re ew maf tune ye?! Welatîbûn di vê hevkêşeyê de di kû de ye?!!

Derbarê hikûmeta herêmê û pirsgirêkên siyasî yên li Herêma Kurdistanê jî, ku Ebadî behsa wê dike, Dizeyî got: “Ne dema wê ye ku behsa pirsgirêk û kêmasiyan bikin, yên ku ji destpêka destbikarbûna kabîneya birêz Ebadî ve li hember hikûmetê derketine. Ev ne mijara me ye û ti sûde ji bo vê rewşa niha tê de nîn e. Derbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê de, wê rewatiya xwe ji parlemanto û gelê Kurdistanê biriye û ti pêwîstiyeke wê bi rewatîpêdana xelekî din nîn e, bi awayekî yasayî jî bi du xuleyên yasayî ligel parlemantoya Kurdistanê berdewam dibe û desthilatdariya xwe temam li ser hemû karûbarên Herêma Kurdistanê heye.

Dizeyî dupat kir, Herêma Kurdistanê wek her dem ragihandiye, bi rastgoyî û niyazpakî daxwaza guftûgoyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dike, lê ewê bersivê nade û her dem di riya medya û kongreyên rojnamevanî behsa çareserî, jihevtêgihêştianan, destûr û welatîbûnê dike ji bo –  propagandayê –  ne ku ji bo çareseriyê, birêz Ebadî ye. Ev jî bi dilniyayî xizmeta çareseriyên cidî nake, lê belê dê dibe sedema berdewamiya ne aramiyê.