Putin hunermendeke Kurd xelat dike

K24 – Navenda Nûçeyan Zara Paşa Mihoyan, Ew xanima hunermend a Kurd, ku li bajêrê San peterburga Rusîyayê bi parzîngeke Hunerî dewlemend ve, karî şanoya hunerî cîhanê bixemlîne. Zara di zaroktiyê de pir strangotinê hez kirîye, Ji bo ku zêdetir bikeve kîratiya cîhana hunerî de, hewl dide Ekadîmyane xwe fêrî stranbêjiyê bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Zara Paşa Mihoyan, Ew xanima hunermend a Kurd, ku li bajêrê San peterburga Rusîyayê bi parzîngeke Hunerî dewlemend ve, karî şanoya hunerî cîhanê bixemlîne. Zara di zaroktiyê de pir strangotinê hez kirîye, Ji bo ku zêdetir bikeve kîratiya cîhana hunerî de, hewl dide Ekadîmyane xwe fêrî stranbêjiyê bike.

Vê stêrka Kurd di sala 1997 dest bi geşbûnê kir.  Gava beşdarî bernameye (The morning star) xelata nîştîmany bi dest xist  û di 16 saliya xwe de yakem konsêrt derbaz kir. Heta niha Zara yê, şiyaye çendîn xelatên mezin werbigre, di merasîmekê de li Krêmlê, ji aliyê Vladîmêr Putîn ve, xelet û Navê Artîsta Rûsîya Federal a  Emekdar jê re hat bexşîn.

Hunermend Kurd Zara Paşa ji K24ê re wiha axivî: “Ez gelek hez dikim serdana Kurdistanê bikim û piştgiriya gelê xwe bikim û weke gelek zordarî lê hatî kirin dizanim. Tênagihim çima ew hemû êş û nexweşî bi serê gelê min tên. Lê piştrast im ku em li ser rêyeke rast in û Kurdistan jî wê rojekê bigihe serxwebûna xwe”

Zara yek ji hunermendên herî navdar a Rûsya û Cîhanê ye. Xwediyê 9 albûmên bêwêne û sedan konser e û bi zêdetirî 10 zimanan distire. Lê wê ti caran nijada xwe ji bîr nekiriye û li ser şano û dikên cîhanê dibêje: ''Ez Kurd im.''