Kurdistan Roja rojnamegerên ku dixebitin hat pîroz kirin

 

K24 – Diyarbekir

10 Çile li Tirkiyê wek "Roja Rojnamevanên ku Dixebitin Tê Pîroz Kirin." Rojnamevanên ku li Bakurê Kurdistanê kar dikin jî bal kişandin ku, li herema Rojhilata Navîn bi giştî karê rojnamevaniyê di bin xeteriyên mezin de tê kirin û daxwaz kirin ku ji bo pêşketin û geşbîniya civakan, divê piştgiriya karhêsanî û azadiya rojnamegerî bê kirin.

Rojanmevanên li Bakurê Kurdistanê, bi mebesta "10ê Çile Roja Rojnamevanên ku Dixebitin" ji K24 re ragihandin ku, mafên karmendên rojnamegerî di vê rojê de hatine nasîn, lê him li heremê him jî li Tirkiyeyê gelek rojnamevan ji wan derfet û mafan bêpar xebatên xwe dimeşînin. Daxwaz ji rayedaran kirin ku ji bo cîbecîhkirina maf û azadiyên rojnamegeran bi destûrê bên garantî kirin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê (GGC) Weysî Îpek, bal kişand ku li Rojhilata Navîn rıojnamevan tên kuştin, revandin û girtin. Disa gelek caran di bin şertên xeter de xebatan dikin, loma jî divê herkes piştgiriya maf û azadiyên rojnamegeran bike.

Îpek ji K24ê re got: "Di 10ê Çileya 1971'an de hin mafên rojnamegerên ku dixebitin hatin bidestxistin, xweziya ne tenê yên ku daxilî wê destûrê ne, hemû rojnamevan ji wan mafan sûd bigirta. Lê bi taybet jî li herema me giştê rojnamevanan nikarin ji wan mafan sûd bigrin. Divê neye jibîrkirin ku nîşaneya serekî ya demokrasiye azadiya rojnamevaniye û herkes piştgiriya mafên rojnamegeran bike."

Di 2016'an de li Bakurê Kurdistanê 12 kenalên televizyonê û 22 jî radyo hatibûn girtin. Piştî girtina wan saziyan 198 xebatkarên rojnamegerî bêkar mabûn.

Edîtorê Platforma Yek Nûçe Heye "Bir Haber Var"ê ku ji aliyê karmendên ji wan saziyên ragihandinê yên hatine girtin ve tê birêvebirin, Serdar Altan jî diyar kir ku karê rojnamevanî ku neyên kirin, civak jî ji agahiyan bêpar dimîne, loma jî ew hewla berdewamiya kare rojnamevanî didin.

Editorê Bir Haber Varê Serdar Altan jî wiha axivî: "Me xwest em bêkar nemînin, yanî em biafrînin, nûçe çê bikin, li ser rojnamevaniyê hem kar û xebatên xwe bimeşînin û ji bo gel agahdar bibe pêwistiya ku bikeve ser milê me çi ye, me xwest bicîh bînin."

Reyadarên Hikûmeta Tirkiyeyê û rêvebirên partiyên siyasî jî mesajên pîrozbahiya vê rojê ragiahandin û di mesajên xwe behsa giringiya kar û karmendên rojnamegerî kirin.