Netanyahu: Pêwîst e dewleta serbixwe ya Kurdan hebe

"Israîl dixwaze zanibe wê çawa kêşeya gelê Kurd bê çarekirin, ku 40 miliyon kes in û li ser navçeyê hatine dabeşkirin û heya niha ew welatên ku Kurd li ser wan hatine dabeşkirin, şaştiyan beramberî Kurdan dikin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Kesatiyeke nêzîkî Hikûmeta Israîlê ragihand, serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu çendîn car tekezî li ser wê yekê kiriye ku, pêwîst e dewleta serbixwe ya Kurdan li navçeyê hebe û tekez jî kiriye, ku ti pêwendiyên diplomatîk yên Tel Evîvê bi Bexdayê re tine ne.

Dori Gold, di simînarekê de, di çarçoveya foruma Valdai de, ji bo diyaloga navdewletî, ku li Mosko tê lidarxistin, got: "Israîl dixwaze zanibe wê çawa kêşeya gelê Kurd bê çarekirin, ku 40 miliyon kes in û li ser navçeyê hatine dabeşkirin û heya niha ew welatên ku Kurd li ser wan hatine dabeşkirin, şaştiyan beramberî Kurdan dikin".

Gold diyar kir, ku Serokwezîrê Israîlê berdewam dide xuyakirin ku pêwîst e dewleteke serbixwe ji Kurdan re bê damezirandin û li beramberî kiryarên li dijî Kurdan li navçeyê tên kirin, ew dilgiran in".

Navhatî di dirêjiya gotinên xwe de, zelal kir, ku ti pêwendiyên dîplomasî yên Israîl li gel Iraqê tine ne, lê pêwendiyên wê li gel Tirkiyê hene û herdu welat bi hevre li dijî her metirsiyekê kar dikin, ku gefê li ser ewlehî û axa Tirkiyê çêdike.

 

N. O