40 kes ji şaredariya Diyarbekir ji kar hatin derxistin

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ji aliyê qeyum ve tê rêvebirin, hat zanîn ku 40 karker bêyî ku ji wan re sedemek were nişandan ji kare xwe hatin derxistin. Li gorî agahiyan jig elek beşên şaredariyê karker hatine agahdarkirin ku dawî li karê wan hatiye anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî agahiyên ku karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir parvekirine nêzî 40 kes bêyî ku sedemek ji wan re were nişandan ji kar hatine derxistin. Xebatkaran amaje kirin ku ew bi rêya telefonê hatine agahdarkirin ku dawî li kare wan hatiye anîn. Heta niha ji şaredariyên k udi deste Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê de bûn û qeyyum ji wan re hatine tayînkirin, 3 hezar û 33 kes ji kar hatine derxistin.