HPG: Di meha derbasbûyî de me 99 serbazên Tirkiyê kuştine

HPG: Di meha derbasbûyî de, li hemû Bakurê Kurdistanê, hêzên me bêtirî 30 çalakiyan encam dane

K24 - Navenda Nûçeyan

Navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) belav kiriye, ku di Adara derbasbûyî de, şerê gerîlayan derbasî qonaxeke nû bû û operasyonên wan li dijî hêzên Tirkiyê zêde bûne.

Li gorî amarên HPG, di meha derbasbûyî de, li hemû Bakurê Kurdistanê, hêzên wan bêtirî 30 çalakiyan encam dane û di encama wan de, 99 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

HPG eşkere kir, ku di wan operasyonan de, bi dehan otombêlên serbazî yên Tirkiyê hatine jinavbirin û şervanên wan dest li ser hejmarek çek û kelûpelên serbazî danîne, lê heya niha artêşa Tirkiyê bi fermî bersiva vê amara HPGê nedaye.

N.O