Wezîrê derve yê Amerîka ji bo pirsa Îranê xwe serdana welatên Ewropa dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Amrîka ragihand, ku di serdana xwe ji bo Parîs û Londonê, biryar e wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson gotûbêjan derbarê hevrikiyên di nav Amerîka û Ewropa de bike, yên li ser mijara rêketina etomî ya li gel Îranê û rêkarên rûbrûbûna destêwerdanên Îranê di welatên navçeyê de.
Berpirsekî Hikûmeta Amerîkî jî ragihand, ku serdana Tillerson bi armanca kêmkirina hevrikiyên di nav Amerîka û Ewropa de ye û wê bizavan bike ku çareyekê ji bo rêketina etomî ya li gel Îranê bibîne. Herweha wê bizavan bike daku sînorekî ji reftarên Îranê re li Sûryê, Lubnan û Yemenê deynin.