Demîrtaş bersiva Erdogan da: Îsbat bike

Selahatîn Demîrtaş bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dike, heger ew îsbat ku wî fermana kuştina 53 kesan daye, dê dest ji namzetbûna xwe ya bo hilbijartinên Serokomariyê berde.

K24 – Navenda Nûçeyan

Selahatîn Demîrtaş bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dike, heger ew îsbat ku wî fermana kuştina 53 kesan daye, dê dest ji namzetbûna xwe ya bo hilbijartinên Serokomariyê berde.

Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi riya twîtira xwe bersiva Erdoganî da û got, 53 kesên ku di bûyerên Kobaniyê de canê xwe ji dest dabûn ne wekî ko Erdogan dibêje piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê ya sala 2015an de bû. Lê 8 meh beriya hilbijartinan bû.

Demîrtaş diyar kir, Erdogan ji aliyekî ve ji wî re dibêje terrorist, lê ji aliyekî din ve jî piştî kuştina 53 kesan heta 5 mehan Erdogan û AK-Partî digel wan di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hevdîtin dikirin.

Demîrtaş dibêje, Erdogan derewan dike û  ger Erdogan îsbat bike ku wî fermana kuştina 53 kesan daye dê dest ji namzetbûna xwe ya bo hilbijartinên Serokomariyê berde.

 

S. B