Karasu: Trump û Erdogan bazarê li ser PKKê dikin

Endamê Konseya Rêveber a (KCK) Mustafa Karasu dibêje, Trump û Erdogan li ser jinavbirina PKKê bazarî kirine. Ew vê bazariya qirêj qebûl nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a (KCK) Mustafa Karasu dibêje, Trump û Erdogan li ser jinavbirina PKKê bazarî kirine. Ew vê bazariya qirêj qebûl nakin.

Karasu ji ajanseka nêzikê PKKê re axivî û got, hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Edogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser dijminahiya Kurdan bi rê ve çûye. Tirkiye bi hinceta YPG û PYDê, dixwaze ji bo tunekirina PKKê ji Amerîkayê alîkariyê werbigre.

Karasu got, Amerîka jî gotiye ger Tirkiye şertên wan qebûl bike, ew ê ji bo jinavbirina PKKê alîkarî bikin.

Karasu got jî, divê Amerîka dest ji vê bazariya qirêj berde. Ew wekî PKK û herwiha xelkê Rojavayê Kurdistanê dijî vê bazara qirêj in û ew wê qebûl nakin.