Di medyaya de li dijî Kurd, Ermen û cihûyan şêwaza nefretxwaziyê tê bikaranîn

Li Stenbolê ji aliyê Navenda Ramanê Xweser û Lêkolînên Civakî derbarê "şêwaza nefretxwaziyê de ku di medyayê de tê bikaranîn" civînek hate lidarxistin. Rêveberên komeleyê diyar kirin, şêwaza nefrexwaziyê dike ku civak bi hevre bikevin pevçûnê. Ji bo aştiyê pêdivî bi hevahengiya civakî heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê Navenda Ramanê Xweser û Lêkolînên Civakî derbarê "şêwaza nefretxwaziyê de ku di medyayê de tê bikaranîn" civînek hate lidarxistin. Rêveberên komeleyê diyar kirin, şêwaza nefrexwaziyê dike ku civak bi hevre bikevin pevçûnê. Ji bo aştiyê pêdivî bi hevahengiya civakî heye.

Çi dema ku Tirkiye dikeve serdema rageşiyên siyasî û hilbijartinan, şêwaza nefretxwazî an jî axafitinên rikgîrî yên li ser medyayê her zêdetir dibin. Medyaya ku peywira, ferzkirina bîrdoza desthilat ya li ser civakê hildaye ser milê xwe, bi rêya axaftinên nefretgirî û şêwaza rikxwaz, li ser navê civakê, komeke diyar an jî mirovekî, nîjad, zayend, temen, netew, ol û tercîhên cinsî ji xwe re dike armanç û digel ku wan kêm û rûreş dike gefan jî li wan dixwe. Li Tirkiyê jî li gorî raportên ji sala 2004an heta 2017 û îsal jî di navê de di medyaya niviskî û dîtbarî de, şêwaza nefretxwaziyê di serî de Kurd, li dij Ermen, Cihû, Yewnan û Sûriyeyîyan hatiye bikaranîn. Bi boçûna Serokê Navenda Ramanê Xweser û Lêkolînên Civakî Bulent Durukan, şêwaza nefretxwaziyê dikare li Tirkiyê bibe sebeba şerê navxweyî.

Serokê Navenda Ramanê Xweser û Lêkolînên Civakî Bulent Durukan ji K24ê re got: "Bi giştî li cîhanê, li Tirkiyê jî bi taybet ji ber şer û pevçûnên li mezepotamyayê ku wek dergûşa şaristaniyê tê zanîn axaftinên nefretxwaziyê her diçe zêde dibin. Di dema Prosesa Çareseriyê de ev şêwaza rikxwaz kêm bûbû. Qeweta me nîn e ku em karibin şeran bi dawî binîn, lê em hewl didin, qet nebe şêwaza rikgîriyê ji holê rakin ya li dij Kurdan û hemû pêkhateyên din."

Li gorî raporta Weqfa Hrant Dînk di sala 2017an de di medyaya Tirkiyê de 5 hezar û 296 gotar û nûçe hatine tespîtkirin ên ku ji xwere komên etnîkî û oldar kirine armanc. Derbarê 79 komên cûda de jî ku di navê de Kurd, Ermen, Cihû û Yewnan cih digirin 6 hezar û 782 gotar û nûçe peyda bûne ên ku axaftinên nefretxwaziyê dihewînin.

Rêvebera Navenda Ramanê Xweser û Lêkolînên Civakî Sînem Atakul dibêje: "Heta ku dawî li bikaranîna şêwaza rikgîriyê ya di nava civakê neyê, heta êvarî bila di nava dewlet û Îmraliyê de hevdîtin pêk anîn wê aştî pêk neyê. Dema di nava civakê de aştî hebe wê bikaranîna şêweza nebaş jî kêm bibe."

Rojnameger Evrîm Kepenk jî dibêje, barê medyayê giran e, her rojnameger divê her peyvên xwe bi baldarî hilbijêre da ku rê li ber şêwaza nefretxwaziyê bigire. Ji bo vê jî li Tirkiyê pêdivî bi rojnamegerên aştîxwaz heye.

Rojnameger Evrem Kepenk wiha anî ziman: "Ji roja damezrîna komara Tirkiyê heta îro desthilat her tim hebûna xwe di ser civakekê re diçespîne û yên mayî jî kêm dike bi rêya şêwaza nefretxwaziyê. Em jî li kolanan bandora vê yekê dibînin. Wek mînak dema em diçin rexê Behrareş li kolanan bi hêsanî dibêjin "dema em Kurdekî bibînin em ê bikûjin." Desthilat her car civakê li hev sor dike bi şêwaza rikgîriyê."

Li gorî raportan di medya Tirkiyê de di 2 salên dawîn de asta axaftinên nefretxwaziyê gelekî zêde bûye. Ji bo Kurdan peyva "terorîst" ji bo kesên nemisliman "fille ango kafir" bi taybet ji bo Ermenan "Tovê Ermen" ji bo Cihûyan "Sîyonîst" ku peyamên antîsemîtîst dihewîne, çend ji wan peyvanin ku di nava civakê de bi rêya medyayê her têne sorkirin.