Çawîşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî bê kirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bê kirin û di vê warê de ew amade ne her cure piştgiriyê bidin Iraqê. Çawîşoglu da xuyakirin, bi hikûmeta Iraqê re rêkeftine ku li Şingalê rê nede PKKê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu li Kuwêtê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “Divê Iraq ji PKK û YPG bê paqijkirin ku ji bo aramî û jinûve avakirina Iraqê jî girîng e. Emê bi hev re bimeşînin. Divê ji Qendîlê, Silêmanî û Şingalê û deverên din jî bên derxistin.

Çawîşoglu got jî, PKK ji Şengalê diçin Sûriyê û tên. Hikûmeta Iraqê dê sînorê biparêze. heger hemû alî di vê çarçoveyê de piştevaniya Iraqê bike, dê bipêş bikeve.

Herwiha got: “Operasyonek wek Efrînê divê li Qendîlê jî hebe. Bo me jî, bo Iraqê jî girîng e. Li kû derê PKK hebin, divê jê bên derxistin. Em çawa karîn li bajar û çiyayên xwe derxin, divê yên nava Iraqê jî bên paqijkirin. Emê her cure piştgirî bidin Iraqê.”

Ev gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu di demekê de ne, artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bûrî ve êrîşî ser Efrînê dike û ta niha bi zêdetirî ji 180 wekatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 400 kesên din jî birîndar bûne.