Nêçîrvan Barzanî daxwazekê ji aliyê siyasî dike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir, dema guftûgo li ser pêkanîna hikûmeta dahatû hate kirin, bi giyanekî aram û avaker ji bo parastina yekrêzî û tifaqê berdewam bin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan di peyama xwe de ragihand: “Daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikim, ku bi giyanekî aram û avaker ji bo parastina yekrêzî û tifaqê berdewam bin, dema ku em gotûbêjê li ser pêkanîna hikûmeta dahatî dikin.”

Got jî: “Encamên hilbijartinan derxist holê ku piraniya xelkê Kurdistanê piştgirî li hikûmetke bihêz û aram bi serkirdatî û pêşengiya PDK dikin. Encam weke dengdanê ji bo pêşkeftina aramiyê dibînim. Bi dîtina PDKê encam amaje ye ji bo niştîmanperwerî, xweragirî û hêviya bo pêşerojeke geş.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi hin hewlên parçekirina Herêma Kurdistanê û dibêje: “Em ji çend aliyan ve rastî milmilaniyan hatin, me xebat kir û em tûşî şaşiyan jî bûn, lê belê me yekgirtûyiya Herêma Kurdistanê parast, di demekê de ku xelkek hebûn ku hewl didan parçe parçe bikin.”

Di beşeke din de Nêçîrvan Barzanî amaje bi başbûna şerûmercên jiyanê li Herêma Kurdistanê dike û dide xuyakirin: “Şertûmercên jiyana me ber bi baştirbûnê ve diçe li Kurdistanê, lê belê hêj jî bi vî awayî nîne ku em dixwazin, yan hêjayî we be. Erkê me di çar salên bihê de baştirkirina rewşê dibe bi şêweyekê berdewam.”

Cîgirê Serokê PDKê dibêje, ku gelê Kurdistanê para herî zêde ya dengê xwe yê demokratîk da PDKê û destnîşan kir, ji ber ku dîsan bo gelê Kurdistanê îsbat bû, ku “PDK di rojên dijwar de û di bin fişarên derve û navxweyî de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê di ser her tiştî re dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Encam xwasteke bihêz nîşan didin, bo pêkanîna hikûmeta bihê û berdewambûna me li ser karê xwe. Gelê Kurdistanê bi aşkere, bi dengê bilind, bênîgeranî, para herî mezin a dengê xwe yê demokratîk û piştgiriya xwe da PDKê, ji ber ku dîsan ji wan re îsbat bû, ku ew partî di rojên dijwar de û di  bin fişarên navxweyî û derve de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e, pozbilind nîne, berjwendiya bilind a Kurdistanê hertim stêrka rênîşander a xebata wê bûye û dibe.”

 

 

S. B