Êzidiyên Cizîrê: Zor li Êzidiyên Efrînê tên kirin

Li bajarê Qamişlo û ji bo piştgiriya Êzidiyên Efrînê ku hin kiryarên ne mirovahî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve li wan têne kirin û bi taybetî zor li Êzidiyên Efrînê tê kirin, ku dev ji ola xwe berdin û têkevin ola Misilmantiyê de, Mala Êzidiyan li Herêma Cizîrê mangirtinek li pêş nivîsîgeha Netewên Yekgirtî lidar xistin, bi armanca ku dengê wan bighînin tevaya welatên cîhanê, da ku van binpêkirinan rawestînin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di çalakiyê de beyanameyek hate xwendin ku tê de bal hate kişandin armanckirina artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji hemû perestgeh û deverên olî û dîrokî, bi taybetî perestgehên ola Êzidiyan ku mîna fermana 75an di serdema nû de tê bi nav kirin.