YPG êrîşî odeya operasyona Tirkiyê kir: 7 Kuştî

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, wan odeya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Navçeya Qiriqxanê ya Hatayê armanc girtin û 7 leşker û çekdar kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, wan odeya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Navçeya Qiriqxanê ya Hatayê armanc girtin û 7 leşker û çekdar kuştin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, şervanên YPGê bi operasyonekê odeya operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê li Navçeya Qiriqxanê armanc kirin û di encamê de 7 leşker û çekdarên wê operasyonê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Herwiha Birûsk Heseke daxwaz ji welatiyên sivîl kir, ku ji cihên leşkerî û xalên artêşa Tirkiyê bidûr bikevin, ji ber ku dibin armanca hêzên wan.

Berî çend demjimêran medyaya Tirkiyê diyar kiribû, di encama êrîşek topên hawanê yên YPGê li ser devera gundê Kaletepe yê girêdayî Qiriqxanê de 2 leşkerên Tirk û 5 çekdarên ser bi wê ve birîndar bûbûn.