Li Tirkiyê mijara hilbijartinên pêşwext germ bûye

Cîgirê serokê CHPê amadebûna partiya xwe ji bo encamdana hilbijartinan di her demekê de da xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku ewê sibe mijara encamdana hilbijartinên pêşwext, yên perlemanî li gel serokê giştî yê MHP Dewlet Baxçelî gotûbêj bike.

Ji aliyê xwe ve cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, ku ewê vê pêşinyarê li gel saziyên pêwendîdar gotûbêj bikin.

Di yekem karvedan de jî, cîgirê serokê CHPê amadebûna partiya xwe ji bo encamdana hilbijartinan di her demekê de da xuyakirin.

Li ser heman mijarê, serokê MHP Dewlet Baxçelî pêşinyar kiriye, ku di bîst û şeşê Tebaxa îsal de, hilbijatinên pêşwext yên Perlemana Tirkiyê bên encamdan.

N.O