PAK: Ji şer û operasyonên leşkerî re na; ji çareserîya sîyasî re erê

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera êrîşên Tirkiye li çendîn deverên başûrê Kurdistanê û gefa Operasyonê hemberî rojhilatê Firatê, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera êrîşên Tirkiye li çendîn deverên başûrê Kurdistanê û gefa Operasyonê hemberî rojhilatê Firatê, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve li Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk tine; ji alîyekî ve jî êrîşên leşkerî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.

Dewleta Tirkîyeyê herî dawî êrîş bir ser Şingal, Mexmûr û gelek deverên din yên Başûrê Kurdistanê . Di van êrîşan de gelek cîhên niştecîyên sivîlan zerar dîtin û gelek kes jî hatin kuştin.

Dewleta Tirkîyeyê ya ku dibêje ‘emê rê nedin ku li Bakurê Surîyeyê(Rojavayê Kurdistanê) statuyeke sîyasî bê ava kirin’’, nuha jî amadekarîya êrîşeke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê  dike.

Dewleta Tirkîyeyê ev e 95 sal e naxwaze fêhm bike ku  pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke sîyasî ye û her sîyaseta înkar, şer, îmha û êrîşan dimeşîne. Herweha îro jî bi vê sîyaseta  xwe ya operasyonên leşkerî, şer û êrîşan ve rêya çareserîya sîyasî dixetimîne.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dawî li van êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî yên  li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dimeşîne bîne. Divê  Dewleta Tirkîyeyê dawî li îşkence, lêpirsîn, desteser kirin û hevs kirinan bîne; divê  rêzê li azadîya ramanî û xebata rêxistinî bigire.

Ji bo ku di pirsa Kurd û Kurdistanê  de rêya dîyalogê û  rêya çareserîya sîyasî vebe, divê dawî li vî şerî bê anîn. Dewleta Tirkîyeyê ji bo çareserîyeke rasteqîn ya sîyasî , divê bi hemû partîyên li Bakurê Kurdistanê re hevdîtinan dest pê bike, gavên pêwîst bavêje.

Ji bo rêya çareserîyeke sîyasî  ya mayînde vebe, em bangî PKKyê dikin da ku şerî rawestîne û  dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.

Ji bo  destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê bêne parastin, ji bo doza azadîya gelê Rojavayê Kurdistanê bê pêşde xistin, em bangî  TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Kurdan dikin da ku hevdu qebûl bikin, rêzê li maf û azadîyên hevdu yên sîyasî bigirin.

Em bangî TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Kurdan dikin da ku li ser bernameyeke li hev kirî, îdareyeke askerî, sîyasî, aborî ya hevbeş damzerînin û li dijî hemû plan û êrîşên ku li himberî gelê me têne meşandin tifaq û îradeyeke hevbeş pêk bînin.

TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Kurdan ji bo rê li ber girtina êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, divê li gel  Dewleta Emerikayê , Rûsyayê,  UN û Yekitîya Ewrûpayê  peywendîyên hevbeş daynin.

Hemû partî û hêzên leşkerî divê rêzê  li meşrûîyeta Parlamento û Hikûmeta  Herêma  Kurdistanê bigirin û sîyaseteke ji bo parastina destkeftîyên li vî perçeyê Kurdistanê esas bigirin.

Ji bo rê li ber girtina êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, em bangî  Parlamento û Hikûmeta  Herêma  Kurdistanê  dikin da ku li gel Dewleta Emerikayê , Rûsyayê, Iraqê, UN û Yekitîya Ewrûpayê  peywendîyan deyne û gavên pêwîst  bavêje.

Em bangî UN , Yekitîya Ewrûpayê , Dewleta Emerikayê , Rûsyayê  û hemû dewletên cîhanê dikin da ku rê li ber êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bigirin û ji bo  çareserîyeke sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê  gavên pêwîst bavêjin.

15.12.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

C.B