Serkirdeyekî MSD: Ji bilî xizmetguzariyê ti pirsên din bi rêjîmê re nehatin behskirin

Serkirdeyekî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) aşkere dike, ji bilî pirsên xizmetguzariyê, ti pirsên din ligel rêjîma Sûriyê nehatine kirin û ti rêkeftin jî nehatine kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) aşkere dike, ji bilî pirsên xizmetguzariyê, ti pirsên din ligel rêjîma Sûriyê nehatine kirin û ti rêkeftin jî nehatine kirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya MSDê Hesen Mihemed Elî duhî di civînekê MSDê li Eyn Îsayê de got, ji bilî pirsên xizmetguzariyê behsa ti pirsên din di danûstandinên di navbera şanda MSDê û rêjîma Sûriyê de nehatine kirin û ti rêkeftin bi rêjîmê re jî nehatine kirin.

Hesen Mihemed Elî diyar kir jî, di çarçova civînên wan bi rêjîma Sûriyê re behsa vegera karmendên Bendava Tebqayê kirine û hin komîte ji bo pirsa xizmetguzariyê hatine avakirin.

Ev daxuyaniya wî serkirdeyê MSDê di demekê de ne, piştî çûna şanda MSDê bo Şamê paytexta Sûriyê û hevdîtina ligel berpirsên rêjîma Sûriyê, serkirdeyên MSDê ragihandin ku wan bi rêjîmê re behsa Rêveberiya Xweser û hin pirsên din kirine.

Piştî civînên bi rêjîmê re, Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed ku seroka şandê bû ji kenala “RT” re gotibû: “Hevdîtin li ser vexwandina hikûmeta Sûriyê bû û hejmarek ji dosyeyan hatin guftûgokirin, ji wan dosyeya destûrî û xizmetguzariyê bûn.”

Îlham Ehmed amaje bi wê kir: “Me bi Şamê re li ser pêkanîna komîteyên hevbeş lihev kir, bo pirsên girêdayî bi sîstema hikûmranî û rêvebirina navçeyên Sûriyê û bi taybet navçeyên di bin destê me de behs bikin û me ti redkirin ji aliyê hikûmetê ve derbarê Rêveberiya Xweser a ji navçeyên Kurdî re nedît.”

 

S. B