Yûnan peywendî yên xwe bi hikumet a Herêm a Kurdistanê re tundtir dike

Biryare şandek a Herêm a Kurdistanê ku piranî ya wan bazirganin serdan a Esîna ya paytext aYunanê bikin û li wir li gel berpirs ên wezaret a derve ya Yûnanê bicivin. Serkunsul ê Yunanê li Hewlêrê ji bilî ku pîrozbahî ya Newroz ê gihande xelk ê Kurdistanê behs a pêkol ên welat ê xwe jî dike ji bo nêzîkbûnê ji Hewlêrê.

K24- Hewlêr

Îvotîmos Kostopolos, kunsil ê giştî yê Yûnanê li Herêm a Kurdistanê bi Kurdistan24 re ragehand: Me wek Yûnanê pilan heye ku peywendî yên xwe li gel Herêm a Kurdistanê ber bi pêşve bibin. Her ji bo wê yekê ye jî ku şand a Herêm a Kurdistanê bo car a yekê ye pişikdarîyê di di korbend a salane ya abûrî li Yûnanê dikin û li gel berpirs ên wezaret a derve dê kom bibin. Ji bilî evê yekê jî Me pilan heye, ast a nwênerînî ya xwe li herêm a Kurdistanê zêde bikin bi awayekê ku bikarin di meh ên dahatî hemû kar ên rajedarîyê, bi Vîzedanê ve jî pêşkeş bikin .

Herweha Dilawer Ajgeyî nwêner ê hikumet a Herêm a Kurdistanê di Yekêtî ya Ewrûpayê dibêje: Yûnanê giringîyek Taybet heye  çimku ji alî yê cugrafî û çandî ve nêzîke ji Herêm a Kurdistanê.