32 Partî û aliyên siyasî li dijî du îdaretiyê radiwestin

"Pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê".

K24 - Navenda Nûçeyan

32 Aliyên siyasî Kurdistanî, bi tundî her pêngavek ber bi zindîkirina du îdaretiyê red kirin û gotin: "Pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê".

Derbarê yekrêziyê di navbera alî û pêkhateyan û erkên qonaxa niha û pêşerojê, îro berî nîvro, 32 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêşveçûnên vê dawiyê, li bajarê Hewlêrê civiyan".

Di civînê de bi hûrî rewşa niha ya Herêma Kurdistan hat behskirin û aliyên civiyayî gihiştin van xalan:

- Hemû alî tekeziyê li ser yekrêzî û yekdengiya tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan dikin  û dibînin ku ew yekîtî gerentiya serketinê û derbaskirina hemû kêşeyan dike.

- Bi tundî êrîşa serbazî û biryarên siyasî û abûrî yên hikûmeta Iraqê ku li dijî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê hatin encamdan şermezar dikin û red dikin, ew êrîş û biryarên Iraq bi nedestûrî û nedîmukratî û dijî mirovatiyê binav kirin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê vet ê redkirin, ew kiryarên serbazî yên Iraqê nabin dîfakto û tenê demkî ne.

- Ji bo bersivdana xwesteka civaka navdewletî û dostên me derbarê çarekirina kêşeyan li gel hikûmeta Iraqê bi riya diyalogê, em hemû demê xwazyarên diyalogê bûn, lê aliyê Iraqî riya serbazî hilbijart, li vir em ji her aliyekî re radigehînin, ku em ji diyaloga bê merc re amade ne li ser bingeha destûrê û dûrî ferzkirina siyaseta dîfakto, pêwîst e Iraq li ser bingeha mikurhatin bi mafên gelê Kurdistan bê ser mêza diyalogê, ji bo vê mijarê jî hikûmeta Kurdistan nûneratiya gelê Kurdistan dike.

- Em aliyên siyasî bi tundî her pêngavekê ber bi zindîkirina du îdaretiyê ve red dikin, pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe nav her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê.

- Referanduma gelê Kurdistanê mafekî destûrî û yasayî yê gelê Kurdistanê ye û devjê bernadin û pêwîst e Iraq û civaka navdewletî li ser wî mafê gelê Kurdistan siza nede.

- Li vir daxwazê ji tevahiya dezgehên ragihandinên hizbî û serbixwe dikin xwe dûr bikin ji zimanê zivir û pêwîst e bi emanetî nûçe û bûyeran veguhêzin û parêzgariyê li yekrêzî û aştiya civakî bikin.

- Di dawiyê de silav ji bo canê pak yê tevahiya şehîdên Kurdistanê bigşitî û qurbaniyên Kerkûkê û Dûzxurmatû û Xaneqîn bi taybetî û, berxwedana Pêşmergên qareman ên Kurdistanê bilind dinirxînin û silav rêza me ji wan re heye û, silav û rêza me ji bo tevahiya xuşk û birayên ku bi zorê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine derbiderkirin.

- Bi serkeve îradeya mafxwazane ya gelê Kurdistan.

 Partî û aliyên siyasî

1- Partî Dîmukratî Kurdistan

2- Yekîtî Niştimanî Kurdistan

3- Hizba Şû'î Kurdistan

4- Yekîtî Netewî Dîmukratî Kurdistan YNDK

5- Hizba Zehmetkêşên Kurdistan

6- Hizba Sosyalîsta Dîmukratî Kurdistan

7- Partiya karkir û Rencderên Kurdistan

8- Tevgera Dîmukratî ya Gelê Kurdistan

9- Yekgirtûya Islamiya Kurdistan

10- Partiya Parêzgarên Kurdistan

11- Hizba Pêşketinxwaz ya Dîmukrat a Kurdistan

12- Tevgera Rizgarî Dîmukratî Kurdistan

13- Tevgera Aştîxwazên Kurdistan

14- Partiya parêzgarên Dîmukratî Kurdistan

15- Partiya Netewî Kurdistan

16- Tevgera Hevgirtina Siryanî

17- Hizba Dîmukratî Bêt Nehrên

18- Yekîtî Bêt Nehrên a Niştimanî

19- Hizba Dîmukratî Kildanî

20- Encûmena Netewî Kildanî

21- Rabîta Kildanî ya Cîhanî

22- Hizba Niştimanî ya Aşûrî

23- Tevgera Kiristiyanî Dîmukratî ya serbixwe

24- Partiya geşepêdana Turkman

25- Partiya Dîmukratî Turkman li Kurdistan

26- Komela Lîbralî Turkman

27- Komela Rewşenbîrî Turkmanî li Kurdistan

28- Partî Niştimanî Turkman

29- Yaneya Oçaxî Turkman

30- Tevgera Dîmukratî Turkman

31- Partiya Çaksazî ya Turkman

32- Bereya Rewa ya Turkmanî