Polîtburoya YNKê destpêkirina guftûgoyên bi PDKê re gotûbêj dike

Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û destpêkirina guftûgoyeke nû bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gotûbêj bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û destpêkirina guftûgoyeke nû bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gotûbêj bike.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro Polîtburoya YNKê dicive û tewere sereke ya civînê, danîna plan û bernameyeke nû bi armanca destpêkirina guftûgoyê bi PDKê re ye. Herwiha YNKê rewşa siyasî û dawî pêşhatan jî gotûbêj dike.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, biryar bû civîna Polîtburoya YNKê îro demjimêr 11:00 destpê bikira, lê ji bo demjimêr 17:00 hat paşxistin.

Piştî civîna Parlemantoya Kurdistanê ya 18ê Sibatê û hilbijartina Desteya Sewrokatiya Parlemantoyê, ku YNKê beşdarî wê civînê nebû, Peyvdarê YNKê ragihandibû, ji bo guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê helwesteke wan ya cuda hebe.

Lihevnekirina PDK û YNKê ji ber ber sedemên cuda ên her du partiyên li ser posta Parêzgarê Kerkûkê bû, beşê din jî pêwendiya wê bi yekalînekirina kandîdê wê postê di nava YNKê de heye.

Her çend e Peyvdarê YNKê gotibû ku helwest û axaftineke wan ya cuda hebe, lê Kadroya Bilind a YNKê Rabîe Mihemed ji K24ê re tekez kir, di cihê ku guftûgo bi PDKê re rawestiyabûn, dê guftgoyên nû destpê bike.

 

S. B