Tirkiye: Vê hefteyê rêkeftina S400an dikare bê îmzekirin

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu girêdayî rêkeftina kirîna mûşekên S400 ji Rusya ragihand ku, vê hefteyê dikare rêkeftin were îmzekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu girêdayî rêkeftina kirîna mûşekên S400 ji Rusya ragihand ku, vê hefteyê dikare rêkeftin were îmzekirin.

Ligor agahdariyan pirsa sereke ya niha lipêş Tirkiye û Rusya rewşa dan a pereyan e. Ligor Çavuşoglu, di vê babetê de di dema seredana Putin a Tirkiyê de lihevhatin peyda bûye û niha pîsporên her du dewletan liser hurgiliyên rêkeftinê di nav danûstandinê de ne. Imzekirin a rêkeftinê jî dikare vê hefteyê pêk were.