Mizgefteke Efrînê hat wêrankirin

"Mizgefta Selahedînê Eyûbî, li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bordûmankirin"

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî çend girte vîdyoyan ku medya nêzîkî YPGê belav kiriye, çendîn cihên olî bi sedema bordûman û topbarana artêşa Tirkiyê li Efrînê ziyan dîtine û yek ji wan cihên ziyan dîtine, mizgefta Selaheddînê Eyûbî ye.

Ajansa Hawar ya nêzîkî YPGê ragihand, ku "Mizgefta Selahedînê Eyûbî, li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bordûmankirin û di encama wê de, ziyaneke mezin li mizgeftê bûye û beşek ji Quran û kitêbên olî ketine jêr dar û keviran de".

Mizgefta Selahedînê Eyûbî li Efrînê, yek ji mizgeftên kevn yên bajarokê Cindirêsê ye û di sala 1961ê de hatiye avakirin.

Piştî nêzîkî du mehan ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, roja 18/3/2018an, artêşa Tirkiyê dagîrkirina Efrînê ragihand.

N.O