Pispor: "Kuştina Xaşikçî Planeke Amerîka ya derbarê Riyadê de ye"

Kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşikçî û karvadanên wê ji aliyê cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşikçî û karvadanên wê ji aliyê cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin. Rayedarên Tirkiyê jî bi her awayî ji bo dîtina erme Xaşikçî lêgerînên xwe didomînin. Ligel vê yekê mijara ku tê meraqkirin ew e, gelo Amerîka dê çi bike li dijî Riyadê û têkiliyê Tirkiye û Erebîstana Siûdî wê çawa bin? Pisporên Tirkiyê dibêjin, kuştina Xaşikçî weke planeke Amerîkayê ye, ku dest deynê ser pereyên Riyadê yên bankeyan de. Hin pispor jî dibêjin ev bûyer dê pêwendiyên Enqer û Riyadê aloztir bike.

Mijara rojanamevanê Siûdî yê ku di 2ê Cotmehê de diçe Konsulxaneya Erabîstana Siûdî ya Stenbolê û careke din dernakeve di rojeva cîhanê ya sereke ye. Piştî 20 rojan rayedarên Erebîstana Siûdî ji xwe mikûrhatin ku Cemal Xaşikçî di konsolxaneyê de di dema aloziyekê de canê xwe ji dest daye. Heta niha derbarê bi çi awayî kuştina wî û cenazeyî wî de agahiyek zelal ne ji aliyê Tirkiye ve ne jî ji aliyê Erabîstana Siûdî ve nehatiye ragihandin.

Lê belê bi boçûna pisporên Tirkiyê ku balê dikşînin ser pêwendiyên Washington û Riyadê dibêjin, Erebîstana Siûdî hewl dida ku hemû pereyên xwe ji bankeyên Amerîkayê bêkêşe, lê belê bi vê bûyera Kaşikçi Amerîka dixwaze dest dayne ser pereyê Riyadê û di qada navneteweyî de bixe zorê.

Pisporê Pêwendiyên navdewletî Muhammed Işik li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Amerîka li ser Riyadê polîtîkayeke nû karîger dike. Bi ya min kuştina rojnamevanê Siûdî ji aliyê kesên aligirên Amerîkayê yên di nava rêveberiya Erebîstana Siûdî de ne pêk hatiye. Ji ber ku heyamek beriya niha Riyadê dixwast ku bi qasî 4 trîlyon Dolarê xwe yên di bankeyên Amerîka û Îngilîstanê de bikêşe. Ez di wê baweriyê de me ku Amerîka jî ji bo ku pêşiya wê yekê bigre û Erbîstana Siûdî di qada navneteweyî de bixe zorê û mihtacê xwe bike serî li rêyeke wiha da. Di rojên bê de ev yek dê zelatir bibe.

Kuştina rojnamevanê Siûdî ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve bi baldarî û hestiyariyeke mezin tê şopandin û bi her awayî lêgerîn û lêpirsîna wan berdewam dike. Li ser vê yekê pispor dibêjin têkiliyên Enqere û Riyadê yên ku ev heyameke ragaş in dê aloztir bibin, lê ji bo başbûna pêwendiyên Enqere û Washîngtonê bûye sedemek.

Pisporê Pêwendiyên Nawdewletî Doç.Dr.Sarp Balci di vê derbarê de dibêje: “Dema ku mirov heyameke kin û dirêj bide ber çavê xwe mijara kuştîna rojnamevanê Sîûdî ji bo başbûna pêwendiyên Enqere û Washîngtonê sedemeke ji ber ku her du alî jî bi baldarî vê meseleyê dişopînin. Lê belê dê têkiliyên Enqere û Riyadê ku ji xwe ev heyameke dirêje rageş in dê aloztir bibin. Ji ber ku di nava sînorên Tirkiyê de bi destê Siûdiyan kesek hatiye kuştin. Ji bo dehatûya têkîliyên Tirkiye û Erebîstana Siûdî de ev bûyer dê weke xaleke neyînî ya sereke bimîne.”

Aliyekê rayedarên Tirkiyê lêgerîna xwe ya bo dîtina cenazeyê rojnamevanê Siûdî berdewam dikin aliyekê jî welatên weke Hollanda, Fransa, Emerîka Îngîlîstan û gelek kompanyayên navdweletî yên veberhênanê ragihandin ku ew başderî konferansa weberhênanê ya li Erebîstana Siûdî nabin. Ji ber vê yekê pispor dibêjin di warê dîplomasî û aboriyê de rojên aloz û bi kêşe benda Riyadê ne.