Îro Perlemana Iraqê ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartinan dicive

Çend girûpan ji perlemanterên Iraqî, îmze ji bo hilweşandina encamên hilbijartinan kom kirine û di civînê de, ewê vê mijarê jî gotûbêj bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemana Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku li ser daxwaza çend perlemanteran ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartinan, Serokatiya Perleman biryar daye îro demjimêr 4ê êvarî civîneke taybet di vê derbarê de lidar bixe.

Li gorî zanyariyan çend girûpan ji perlemanterên Iraqî, îmze ji bo hilweşandina encamên hilbijartinan kom kirine û di civînê de, ewê vê mijarê jî gotûbêj bikin.

Ev yek di demekê de ye, ku Şemiya derbasbûyî, Serokatiya Perlemana Iraqê bizav kir ku civînekê derbarê hilbijartinan lidar bixe, lê ji ber ku rêjeya yasayî temam nebû, civîn nehat lidarxistin.

Hilbijartinên Perlemana Iraqê, di 12/5/2018an de hatin kirin, niha jî aliyên siyasî gotûbêjan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû û dabeşkirina postên siyadî dikin û şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê û YNKê li Bexdayê li gel çend aliyên serekî yên Iraqî civiyan.

N.O