Li Qamişlo yekemîn pêşbirka mûzîkê birêve diçe

Li bajarê Qamişlo yekemîn festivala jenandina tekane ango sazbendiya tekane destpê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo yekemîn festivala jenandina tekane ango sazbendiya tekane destpê kir. Nêzî 40 kes dê têkevin nava pişbirka sazbendiya tekane de û ev pêşbira festival taybet e tenê bi amûrên bi têl. Festival li ser dirêjahiya 4 rojan dê berdewam bike û sê kes ji aliyê komîta nirxandinê ve dê bêne hilbijartin û xelatan werbigrin.

Dibin navnîşana “Mûzîk Giyanê Şoreşan e” yekemîn festivala sazbendiya tekane ya taybet bi amûrên bi têlî li bajarê Qamişlo destpê kir. Festival ji aliyê Desteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Hunermendên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ve hatiye saz kirin. Li gorî komîta amadekar, armanca wan ji festîvalê ku amûrên bi têl yek ji amûrên bingihîn e di kultura tevaya pêkhateyên deverê de ji nû ve bê vejînkirin.

Di roja yekemîn de hejmarek ji hunermendên Kurd û Ereb ku mêvanên festivalê ne, hinek ji berhemên xwe pêşkêş kirin herweha nameya hunermend Seîd Yûsif ku wekî Mîrê Bizqê tê naskirin û nikarîbû beşdarî çalakiyê bibe, di riya vîdyoyekê re hate pêşkêşkirin.
Komîtek ji 5 hunermendên pispor û akademisyen hatiye destnîşankirin ku dê li ser dirêjahiya festîvalê jenandina beşdaran bi nirxînin.

Li gorî komîta amadekar ji heyama 3 mehan ve amadekariyên festîvalê têne kirin û hejmareke mezin ji ciwanên deverê navê xwe tomar kiribûn, lê ji wan tenê nêzî 40 kes hatine hilbijartin û dê têkevin nava pişbirkê de. Festivala ku cara yekemîne li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin dê 4 rojan berdewam bike û ji bilî herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê, gelek kes ji Kobanê, Efrîn, Minbic û Şamê jî beşdarî festîvalê bûne.