Firakisyon a PDKyê dengdan bo dûrxistan a parêzgar ê Mûsil û herdû cêgir ên wî ji post ên wan

Hemû endam ên firakisyon a PDK di Civat a Nwêner ên Îraqê dengdan bo dûrxistn a Newfel Hemadî, parêzgar ê Mûsilê û herdû cêgir ên ji post ên wan.

K24- Bexda

Hemû endam ên firakisyon a PDK di Civat a Nwêner ên Îraqê dengdan bo dûrxistn a Newfel Hemadî, parêzgar ê Mûsilê û herdû cêgir ên ji post ên wan.

Li ser ev yekê, di dîdarek a taybet de bo kurdistan 24ê, Vîyan Sebrî, serok a Firakisyon a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê di Civat a Nwêner ên Îraqê de ragehand: Me wek firakisyon a PDKyê deng da bo dûrxistin a parêzgar ê Neynewa û Herdû cêgir ên wî ji post ên wan.

 Got jî: Firakisyon a PDKyê li gel wê yekêye rewş a Mûsilê baştir bibe û ew kes jî bihên sizadan Ew ên kêmasîdar bûne û berpirsin  ji nigrobûn a qayexê.

Piştî nigrobûn a qayexekê li 21ê evê mehê  di rûbar ê Dicle ku bûye eger a xinkan a zêdetir ji 100 kesan û bê soraxbûn a bi dehan kesan, xelk ê wî bajêrî hêrs û tûrrebûn a xwe anîn ser cadeyan û daxwazkirn kêmsîkar û berpirs ên bajarî bihên sizadan. Bi armanc a bicîhînan a evan daxwazî yên bajar ê Mûsilê, veroj Civat a Nwêner ên Îraqê bi deng ê reha parêzgar û herdû cêgir ên wî ji post ên wan dûrxistin.