Amerîka: Ji bilî Rûsya divê ti hêzeke biyanî li Sûriyê nemîne

Nûnerê taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ragihand ku, pêwîst e hemû welatên biyanî ji bilî Rûsya, hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin û di serî de jî Îran.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ragihand ku, pêwîst e hemû welatên biyanî ji bilî Rûsya, hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin û di serî de jî Îran.

Nûnerê taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku, dema em behsa vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyê dikin, em ne behsa hêzên Rûsyayê dikin yên li Tertûs û navenda Himêmîm dikin.

James Jeffrey da zanîn ku, rêveberiya Amerîkayê ew herdu navend nexistiye lîsta wan hêzên ku pêwîst e ji Sûriyê vekişin, ji ber ku ew her du navend ji berî krîza Sûriyê di sala 2011an de dest pê bike li wî welatî hebûn.

Got jî, heger çareseriyeke siyasî pêk hat û Îran vekişiya wê demê hemû hêz amade ne ji Sûriyê vekişin.

Herwiha nûnerê Amerîka diyar kir, welatê wî bi armanca şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê ye û heta çareseriyeke siyasî ji welata neyê dîtin, Amerîka beşdarî avakirina wî welatî nabe.

 

S. B