Wezareta Pêşmerge daxuyaniyekê belav dike

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji hemû kesên xwebexş ên alîkariya Pêşmerge dikin, navên xwe li Fermandariya Kerkûkê ya Pêşmerge tomar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji hemû kesên xwebexş ên alîkariya Pêşmerge dikin, navên xwe li Fermandariya Kerkûkê ya Pêşmerge tomar bikin.

Wezareta Pêşmerge radigihîne, ji bo rêxistineke baştir û rêgirtin li her diyardeyeke nerênî, berjewendiya giştî û parastina giyanên xwebexşan, daxwaz dikin ji hemû xwebeşan dikin, navên xwe li Fermandariya Kerkûkê ya ser bi Yekîneya 80ê ya Pêşmerge ve li Qoştepe tomar bikin.

Herwiha Wezareta Pêşmerge daxwaz ji xwebexşan kir, rênimayên pêwîst ên derbarê çawaniya beşdarîkirin di dema pêwîst de werbigirin û dema derketina şer bi ti awayekî neçin cihên şer û tevlî Pêşmerge nebin.