Siûdiye mirina Xaşikçî piştrast dike

Siûdiyê encamên destpêkê yên lêkolîna derbarê windabûna Cemal Xişikçî aşkere kir û ragihand, dema derketina alozî û şerê bi destan li Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê, canê xwe jidest daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siûdiyê encamên destpêkê yên lêkolîna derbarê windabûna Cemal Xişikçî aşkere kir û ragihand, dema derketina alozî û şerê bi destan li Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê, canê xwe jidest daye.

Daxwazkarê Giştî yê Siûdiyê Ebdula Moecib ragihand, li gor lêkolînên destpêkê, Cemal Xaşikçî di dema derketina alozî û şerê bi destan li Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê, canê xwe jidest daye.

Li gor daxwazkarê Giştî, 18 kesên ku pêwendiyên wan bi bûyerê re hene, hatine desteserkirin.

Rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşikçî ji roja 2ê Cotmehê ve dema serdana konsolxaneya welatê xwe li Stenbolê kiribû winda ye. diyarnebûna Xaşikçî jî karvedanên mezin li dû xwe anîn û daxwaza diyarkirina çarenivîsa wî kirin.

Cemal Xaşikçî sernivîserê rojnameya “al-watan” a Siûdiyê bû û şêwirmendê Balyozê Siûdiyê li Amerîka bû, lê piştî Mihemed Bin Selman bû Cihnişînê Siûdiyê, ew ji Siûdiyê derket.

Xaşikçî zêdetirî ji salekê li Amerîka mabû û demê gelek gotar di rojnameya “Washington Post” de nivîsî û rexne li siyasetên Siûdiyê yên derbarê Qeter, Kanada, şerê li Yemenê û astengkirina karên rojnamevan û çalakvanan de girt.

  

S. B