Nêçîrvan Barzanî vekişandina wezîrên Goranê pesend kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameya vekişandina wezîrên Tevgera Goranê ji hikûmeta Herêma Kuridstanê pesend kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameya vekişandina wezîrên Tevgera Goranê ji hikûmeta Herêma Kuridstanê pesend kir.

Tevgera Goranê di kapîneya heştemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 4 wezartan û desteyekê bi pileya wezîr bû, di 15ê Cotmeha 2015an de wezîrên wê ji postên xwe hatin dûrxistin û ew wezaret bi wekalet bi rê ve diçûn.

Ji ber nêzîkbûna hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê jî, biryar da bi fermî nameya vekişandinê pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bikin û îro jî vekişandina wan hatin pesendkirin.

Tevgera Goranê di kapîneya heştemîn de, Wezarta Darayî û Abûrî Ewqaf û Karûbarên Olî, Pêşmerge, Bazirganî û desteya webirhênanê jê re bû.