Tirkiyê Serokwezîrê Tirkiyê serdana Moskoyê dike

Serokwezîrê Tirkiyê serdana Moskoyê dike
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim

K24-Navenda Nûçeyan

Biryare Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di navbera rojên 6 û 7ê Kanûnê de serdana Rûsyayê dike.

Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya serokwezîrtiya Tirkiyê hatî belav kirin, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wê di navbera rojên 6 û 7ê Kanûnê de serdana Rûsya bike. Yildirim wê di serdana xwe ya Rûsya de serdana Moskova û Kazanê bike.

Derbarê armanca serdana Yildirim de ti agehdariyek nehatiye belav kirin. Piştî ku Yildirim bû serokwezîr, cara yekeme serdana Rûsya dike.

Berî dû rojan di nava 26 saetan de serokê Rûsya Vladimîr Putin û serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan du caran peywendiya telefonî encam dan.