Îran daxuyaniya welatên Erebî bi “Bênirx” dizane

Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniya civîna wezîrên welatên Erebî li Qahîre şermezar kir û bi “Bênirx” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniya civîna wezîrên welatên Erebî li Qahîre şermezar kir û bi “Bênirx” binav kir.

Li ser daxwaza Siûdiye, duh wezîrên derve yên welatên Erebî li li Qahîre paytexta Misrê civiyan û destêwerdana Îranê di karûbarên welatên Erebî û Rojhilata Navîn şermezar kirin û tekez kirin ku Îran aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn têk dide.

Wezareta Derve ya Îranê îro di daxuyaniyekê de ragihand, bingeha sereke ya krîzên li navçê ji ber siyasetên Siûdiyê ye. Wezaretê daxuyaniya piştî civînê jî bi bênirx binav kir.

Herwiha Komkara Erebî destêwerdana Îranê li navçê şermezar kir û Hizbulaha Libnanî wek rêxistineke teroristî binav kir.