AK Partî daxwaza hilbijartinek nû li Stenbolê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê AK Partî Ali Ihsan Yavuz belgeya gilîname liser hilbijartinên Stenbolê pêşkeşî Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiye - YSK kir û daxwaz hat kirin, ku li Stenbolê hilbijartin ji nû ve encam bide.
Girêdayî encamên hilbijartinên Stenbolê AK Partî ket nav tevgerê, Cîgirê Serokê Partiyê bi 3 baholan belge hate Komisyona Bilind a Hilbijartinan û daxwaza hilbijartinek nû li Stenbolê kir.
Ji dema ragihandina YSK a encamên hilbijartinên Stenbolê, ku kandîdê Partiya Komarî ya Gel CHP Ekrem Imamoglu li pêş e, AK Partî gumanê dixe ser van encaman û gilî li cem YSK kirin e.
C.B