Îran: Beşar Esed bixêra me di desthilatê de maye
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Ewlekariyê û Siyseta Derve di Perlemana Îranê de Hişmetulla Felahet Pîşe ragihand, ku serokê Sûryê Beşar Esed bi xêra şêwirmendên Îranî heya niha maye.
Hişmetulla Felahet Pîşe, di daxuyaniyekê de ji bo malpereke Îranî axivî û rexne li helwestên Beşar Esed kiriye derbarê êrîşên Israîlê yên li ser bingehên milîsên Îranî li nav Sûryê û got: Armanca êrîşa Israîlî şêwirmendên Îranî bû û helwesta Beşar Esed beramberî wê yekê nerênîbû dema got: Ez ji welatên navçeyê dixwazim ku Sûrya ji xwe re nekin meydana şer.
Wî berpirsê Îranî tekez kir ku mana Esed heya niha bixêra şêwirmendên Îranî ye, ev serê şeş salan e Îran qurbaniyan ji bo parastina wî dide.
N.O