Rûsya: Mana hêzên Hevpeymanan li Sûryê serweriya wî welatî binpê dike

Maria Zakharova: Çi demê pêwsît bibe hêzên me amade ne li Sûryê rastî terorê bên, lê hincetên Hevpeymana Navdewletî ji bo li Sûryê bimîne, nayên qebûlkirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derye ya Rûsya Maria Zakharova ragihand: Hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê yasayî bû û bi hevrêzî li gel hikûmeta Sûryê bû.

Maria Zakharova got: "Çi demê pêwsît bibe hêzên me amade ne li Sûryê rastî terorê bên, lê hincetên Hevpeymana Navdewletî ji bo li Sûryê bimîne, nayên qebûlkirin û ew serweriya Sûryê binpê dike."

Herweha got jî di 11vê mehê de bi biryara serokê Rûsya Vladimir Putin  Rûsya dest bi kişandina beşê herî mezin yên hêzên xwe ji Sûryê kir û hejmareke hindik ji hêzên Rûsî wê li Bingeha Tertûs û ya Himêmîm bimîne.