Iraqê kesê diwem yê DAIŞê li Sûryê kuşt

"Ebû Luqman berpirsê anîna xwekujan bû ji bo Iraqê, piştî kuştina wî, erkê DAIŞê ji bo piştevanîkirina şaneyên raketî li nav Iraqê, wê dijwar bibe"

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderên hewalgiriya Iraqê ragihandin ku "Hêzên ezmanî yên Iraqî bi hevrêzî li gel aliyê Sûrî, cihê civîneke serkirdeyên DAIŞê li nav axa Sûrya bordûman kirin û di encamê de, kesê diwem yê rêxistiya DAIŞê hat kuştin".

Heman jêderan diyar kirin, ku "Ebû Luqman ê Sûrî kesê diwem ê DAIŞê li cihê civînê bû, piştî ku zanyariyên hûr derbarê wê civînê gihiştin destê hêzên emnî û serbazî yên Iraqî, ku di avahiyekê de, li nav axa Sûrya, serkirdeyên DAIŞê civînekê lidar dixin, firokeyên cengî yên Iraqî ew avahî bordûman kirin û berpirsê diwem yê DAIŞê Ebû Luqman hat kuştin".

Li gorî zanyariyên hewalgirî, Ebû Luqman berpirsê anîna xwekujan ji bo Iraqê bû, piştî kuştina wî, erkê DAIŞê ji bo piştevanîkirina şaneyên raketî li nav Iraqê, wê dijwar bibe.

Pêncşema derbasbûyî 19/4/2018, ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku firokeyên cengî yên Iraqî ji corê F16, bi fermana Ebadî êrîşî bingehên DAIŞê yên li nav Sûryê, li nêzîkî sînorên bi Iraqê re bordûman kirin, herwiha diyar kir ku ewê li derveyî Iraqê jî şerê wê girûpê bikin.

N.O