Çawîşoglu: Tirkiye bi hilbijartina nû derbasî sîstema serokatiyê bû

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu da xuyakirin, Tirkiye bi hilbijartina nû derbasî sîstema serokatî bûye û di dîroka Tirkiyê de hilbijartina herî girîng bi serkeftina Recep Tayîp Erdogan encam bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu da xuyakirin, Tirkiye bi hilbijartina nû derbasî sîstema serokatî bûye û di dîroka Tirkiyê de hilbijartina herî girîng bi serkeftina Recep Tayîp Erdogan encam bûye.

Çawîşoglu îro di hevdîtina ligel nûnerên civaka mislimanên Amerîka de da xuyakirin, beşdariya hilbijartinê nîşaneya bilindiya demokrasiya Tirkiyê ye. Tirkiye bi hilbijartina nû derbasî sîstema serokatî bûye.

Got jî, pêvajoyê hilbijartinê pir çalak bû. Ev nîşanê dide ku gelê Tirk çiqas bi demokrasiyê ve girêdayî ye. Rêjeya beşdariyê jî nêzîkî sedî 90 e. li welatên Ewropa û Amerîkayê ev rêje di binî sedî 50 de ye.

Li ser rêkeftina Minbicê jî Çawîşoglu got, Em bi Amerîkayê re derbarê Minbicê de rêkeftin û nexşerêya hatiye danîn em cîbicî dikin. Daxwaza me ji hevpeymana me Amerîkayê ev e ku piştevaniya rêxistinên terorê yên wek YPG û PKKê neke. Ji Tirkiyê baştir hevpeymanek nabîne.

Da xuyakirin jî, li deverên bin kontrola YPGê aramî nîn e û bang li Amerîkayê kir şûna YPG bi Tirkiyê re hevkariyê bike û got: “Em dixwazin deverên di bin kontrola YPGê de careke din vegerin aramiyê. Divê kesên jiber gefên PKK û YPG û DAIŞ ji wan deran derketine vegerin."

 

S. B