Heşda Şabî êrîşkir, xwebexşan bersîv dan

Çekdarên Heşda Şabî li taxa Şurîce ya Kerkûkê teqe li xelkê kirin û dest bi helmeteke girtinê jî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Çekdarên Heşda Şabî li taxa Şurîce ya Kerkûkê teqe li xelkê kirin û dest bi helmeteke girtinê jî kirin.

Ligor zanyariyên Kurdistan24, duhî êvarê çekdarên Heşda Şabî teqe li xelkê taxa Şurîce, ku taxek Kurdan a Kerkûkê ye kirin û çekên giran jî bikar anîn. Herweha dest bi helmeteke girtinê jî li wê taxê pêkanîn û hejmarek ciwanên Kurd girtin.

Ligor zanyariyan hejmarek xwebexşên Kurd, bersiva çekdarên Heşda Şabî dan û otombêleke wan ji corê Hamfî şewitandin.